Jineke 70 salî bi navê Zeyzûf Elî ji parêzgeha Hemayê ku agir derdora mala wê dorpêçkiriye, lê destê wê ji mala wê nabe ku dev jê berde.
Binêrin, ev jina temenmezin, qebûl nake dûrî mala xwe bikeve, tevî ku êgir hawirdora mala wê girtiye.
Li gundê Eyn El-werde El-Wada عين الوردة الوادعة ya li gundewarên Rojavayê Hemayê dikeve Jina 70 salî Zeyzûf Elî li ber mala xwe ya kevin a ku bi heriyê hatiye çêkirin, disekine û bi çavên xwe yên xemgîn li agir dinêre.
Agir ne tenê dar û şaxan didin ber xwe, lê her tiştî dike xwelî.
Tevî ku Zeyzûf ji xetera mirinê ya nêzîk haydar e jî, ew nikare biçe an bireve, ji ber ku her gavek dûrketina ji malê tê wateya devjêberdana tevahiya jiyana xwe ye.



