Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyê endamekî li Dêrzorê şehîd bû, eşker kir û soza domandina rêya şehîdan da.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariyê ragihand:
“6’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê êrişî bendeke me ya kontrolê li Dêrazorê kir.
Di encama têk birina êrişê de, endam me Mihemed El Sitam birîdar bû.
Endamê me Mihemed El Sitam tevî hewldanên tedawî kirin, 14’ê Tebaxê şehîd bû.”
Hêzên Ewlekariyê sersaxî ji malbatab şehîd re xwest û got:
“Em soz didin şehîdan rêya wan ya ji bo parastina ewlehiya herêmê bişopînin”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha:
Nav û Paşnav: Mihemed elSetam
Navê Dayikê: Wedha
Navê Bav: Fewzî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dîban 1989
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Dîban 15-1-2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre zorê 14/8/2025 an



