Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, salvegera destpêka têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxê bi beşdariyeke mezin û bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku li Meydana Canebière ya navenda bajêr hate lidarxistin, gelek kes tevlî bûn.
Di pîrozbahiyê de Mahsum Korkmaz (Egîd), Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û hemû şehîd hatin bibîranîn.
Her wiha hevberdevkê Federasyona Komûnên Demokratîk ên Başûrê Fransayê Yilmaz Serhad axivî.
Yilmaz Serhad di axaftina xwe de dîroka têkoşînê ya ji berxwedana zindana Amedê heta Pêngava 15’ê Tebaxê û Şoreşa Rojava vegot.
Serhad bal kişand ser rola jinên Kurd ên di refên pêş de û got:
“Jinên Kurd bûne sembola azadiyê. Wêrekiya wan îlhamê dide me hemûyan.”



