‘Hêzên Ewlekariya Giştî’ yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Humsê malek gulebaran kir, zarokek qetil kir û 2 birayên wê birîndar kirin.
Şahidan diyar kir ku di gulebaranê de zaroka bi navê Culyana Mehmûd Idrîs (10) hat qetilkirin û birayên wê Elî (12) û Silêman (15) jî birîndar bûn.
Şahidan da zanîn ku duh êvarî dema ku her sê zarok li balkona mala xwe rûniştî bûn, endamên Hêzên Ewlekariya Giştî gule li wan reşandin.
Şêniyan li hemberî êrişê bertek nîşan dan û xwest hesab ji êrişkaran bê pirsîn û sivîl werin parastin.



