Şêniyên taxa Qerabîs ya bajarê Humsê li dijî projeya bi navê “Bulvara El Nesir” xwepêşandan li dar xistin. Şêniyan xwest ku proje were rawestandina û ji bo plansaziya bajêr nêrîna gel jî hebe.
Şêniyên bajêr ji vê projeyê ne razî ne û dibêjin ku ew ne li gorî plansaziya resen a bajêr e û armancên projeyê jî cihê dilgiranî û gumanê ne, bi taybet ku bêyî nîrîna xelkên bajêr û ji hêla şirketên nenas ve tê pêkanîn.
Ev proje dê bibe sedema hilweşandina mal û dikanên şêniyan.
Şêniyên taxa Qerabîs li Humsê duh li dijî projeyê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza rawestandina wê kir.
Xwepêşanderan pankartên “Na ji Bulvarê re” hilgirtin û li dijî veberhênerê projeyê dirûşme bilind kirin.
Ev cara sêyemîn e ku li taxê li dijî vê projeyê xwepêşandan tên lidarxistin.
şêniyan her weha bang li rayedarên bajêr kirin ku di der barê plansaziya bajêr de şêwra şêniyan jî bikin.



