Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh li eyaleta Alaska ya Amerîkayê hevdîtin pêk anîn.
Mijara hevdîtinê pêkanîna agirbestê ya ji bo şerê li Ûkraynayê bû.
Lê di hevdîtinê de bîryara agirbestê derneket.
Duh, 15’ê Tebaxê li eyaleta Alaska ya Amerîkayê Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser mijara agirbesta ji bo şerê li Ûkraynayê hevdîtin pêk anîn.
Hevditîna her du serokan ku piştî 7 salan pêk hat, nêzî 3 saetan dewam kir.
Piştî hevdîtinê serokên her du welatan civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de destûr nehat dayîn ku rojnamevan pirsan bikin.
Ji hevdîtina Trump û Pûtîn ji bo Ûkraynayê agirbest derneket!
Trump ku di civînê de axivî, diyar kir wan li ser gelek mijaran li hevkirine lê peyman pêk nehatiye û got,
“Derbarê Ûkraynayê de, me pêşketin bi dest xist lê em hê negihiştin wê xalê. Me li ser gelek mijaran li hev kir, yên mayî jî girîng nîn in. Mijarek jî ya herî girîng e. Di hinek mijaran de pêvajo wê dewam bike.”
Her wiha Trump diyar kir ew bi hêvî ye ku wê şerê li Ûkraynayê bi dawî bibe.
Lê Trump beriya civîna bi Pûtîn re ji rojnamevanan re ragihandibû ku hedefa wî pêkanîna agirbestê ye.
Vladimir Pûtîn jî ragihand hevdîtina wan erênî derbas buye û anî ziman wan bi Trump re têkiliyên rasterast û baş danîn.
Pûtîn eşkere kir yek ji mijara sereke ya hevdîtina wan şerê li Ûkrayayê bû û got,
“Eger sê sal berê Trump buya wê şer pêk nehata. Ez beşdarî nêrîna Trump ya derbarê pêkanîna ewlekariya Ûkraynayê dibim. Lihevkirina me dibe ku rêya aştiyê veke.”
Vladimir Pûtîn piştî daxuyaniya çapemeniyê, Trump vexwend Moskoyê.
Civîna Pûtîn û Trump bêyî ku behsa agirbestê bê kirin, bi dawî bû.



