Rêveberiya Xweser duh ji bo vemerandina şewata daristanên çiyayên Laziqiyê û Hemayê wesayet û ekîbên agirkujê amade kirin û ber bi Reqayê ve bi rê kirin.
Lê hêjî ew Tîm li benda bersiveke fermî ya hikumeta veguhêz a Sûriyê ne, da ku tevlî xebatên vemirandê agirê li herêmên beravê bibin.
Rêveberiya Xweser, tîmên agirkujiyê amade kirine da ku piştgiriya xebatên vemirandina şewata daristanên çiyayên Laziqiyê û Hemayê bikin.
Tîmên agirkujiyê li benda bersiveke fermî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.
7’ê Tîrmehê jî, Rêveberiya Xweser, karwanek ji 150 xebatkar û 18 wesayîtên agirkujiyê şandibû herêma beravên Sûriyeyê.



