Berdevka Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê Gulîzar Îpek Bîlek li ser kuştina jinan a li Mêrdînê û tevahiya Kurdistanê ku zêde bûye û polîtîkaya bêcezahiştinê axivî.
Gulîzar Îpek Bîlek desnîşan kir ku ev bûyerên kuştina jinan kêm nînin; êrîşeke polîtîk û bi rêk û pêk a li hemberî jinan e û got:
“Her ku jin li qadê dibe xwedî hêz, sîstema bi serweriya mêr jî êrîşî van avaniyan dike.
Lê belê sedema esasî ya vê yekê polîtîkaya dadgeriya mêr a bêcezahiştinê ye.
Ev polîtîkayên bêcezahiştinê hêz û wêrekiyê dide kujeran. ”
Gulîzar Îpek diyar kir ku li welatekî ku ewqas kuştina jinan heye, divê planeke çalakiyê ya berfireh bi lez bê amadekirin wiha domand:
“Eger em dixwazin pêşî li kuştina jinan bigirin, divê em bi hemû saziyên jina re bi hevkarî bixebitin.”
Gulîzar Îpek Bîlek herî dawî anî ziman ku divê tundî teqez bê astengkirin û yên ku vê tundiyê asteng bikin jî jin in,lewra divê jin hîn bêhtir tevlî pêvajoyên aştiyê bibin û bibin xwedî gotinê.



