Li Mexmûrê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO dewam dike.
Çalakvanên Mexmûrê yên çalakî dewrî koma nû kirin bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gotin:
“Heta ku em Serokê xwe bi fîzîkî di nav xwe de nebînin em ê çalakiyên xwe cûr be cûr berdewam bikin.”
Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, di roja 759’an de bi koma 148’an de didome.
Qîmet Delakî diyar kir ku Guleya yekemîn ya ku heval Egîd teqandî ronahî da tevahî gelên Kurdistan û cîhanê.
Delakî anî ziman ku îro ew bi keda Rêbertî û şehîdan gihaşine vê astê û qonaxa aştiyê ji her qonaxekê girîngtire divê her gelek piştgiriyê bide vê qonaxê.
Di dawiyê de Çalakvan Qîmet Delakî destnîşan kir ku heta ew Serokê xwe bi fîzîkî di nav xwe de nebînin ew ê çalakiyên xwe cûr be cûr berdewam bikin.



