Li wargeha Mexmûrê qûrsên saz û mûzîkê ji bo zarokan tê dayîn.
Mamoste Cemal Alîm li Mexmûrê bi dayîna qûrsa sazê, hem xeyala xwe ya zaroktiyê jiyan dike, hem jî Çand û Hunera Kurdî diparêze.
Mamoste Cemal Alîm ku li Wargeha Mexmûr jiyan dike, niha di bin pileya germahiyê de perwerdeya sazê dide zarok û ciwanan.
Cemal Alîm ciwanekî ku ev 30 salin weke hemu ciwanên wargehê di bin penabertiyê de bi şert û mercên herî zehmet de mezin bûye.
Hîn di temenê biçûk de berê xwe dide Navenda Çand û Hunerê ya wargehê û li wir nêzî 10 salan xebat dide meşandin.
Mamoste Cemal dibêje:
“Ezê tevahî jiyana xwe di rêya hunera Kurdî de derbas bikim û dixwazim hemu zarokên Kurd fêrî enstrumanan bikim.”
Zarokên wargeha mexmûrê jî gotin:
Armanca me ewe ku di dema pêş de em bibin sazbendek mezin û hunera Kurdî biparêzin.
Ji bo wê jî mamsotayê me gelek bi me re eleqeder dibe. Em spasiya mamostayê xwe dikin.



