Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Muhammedî de daxuyaniyek weşand.
Meclîsê bang li hemû jinan kir ku li dijî cezayê darvekirinê serî hildin û got;
“Bi bawerî, biryardarî û dirûşma ‘Jin jiyan azadî’, em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Muhammedî.”
Meclisa Jinan A Dem Partiyê
Meclîsê ragihand ku êrişa li ser jinekê li kur dibe bila bibe sebeba serhildanê ye û van gotinan bertek nîşanî rejîma mela ya Îranê da:
Rejîma Mela ya faşîst ku jiyan û berxwedana jinan hedef digire, careke din sûcek li dijî mirovahiyê û jinan kir.
Cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Muhammedi hatiye birîn binpêkirina mafê mirovan, berhema pergalek e ku serdestiya mêran pêş dixe û mafê jiyanê yê jinan hedef digire ye.
Melisê teqez kir ku ew deng, nefes û serhildana Şerîfe Muhammedi ne û ev bang li tevahî jinan kir:
Em bang li hemû jinan dikin ku bi dirûşma “Her têlek porê Jina Mahsa Emînî serhildana me ye” hevgirtina xwe li dijî cezayê rarvekirinê xurt bikin.
Xurtkirina vê hevgirtinê tê wateya xurtkirina têkoşîna me ya ji bo wekhevî û azadiyê.
Bi parastina jiyan û keda xwe li dijî tundûtûjî û îstîsmarê, em ê jiyanek azad û wekhev ava bikin.



