Xuzama El-Ehmed a ji Siwêdayê ji ber nebûna dermanan, wefat kir.
Unicef mixabiniya xwe nîşan da û got ku ji ber nebûna madeya Insulin, Xuzama wefat kiriye.
Unicef daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir û sersaxî ji malbat û hevalên wê re xwest.
Bi gotina Unicefê, Xuzama berî niha xwebeşek di nava wan de bû û pir alîkarî da zarok û civakan.
Her wekî Unicefê piştgiriya xwe bo banga Neteweyên Yekbûyî nîşan da ku daxwaza aştiyeke mayînde dike.
Di heman demê de xwest ku gerek tevdîrên bi lez ji bo parastina sivîlan û bi taybet zarokan werin girtin.



