Çekdarên hikumeta veguhêz ya Sûriyê ji nuqteyên xwe yên li gundê Mezarayê, êriş birin ser du gundên Siwêdayê.
Çekdarên hikumeta veguhêz îro gundên Mecdel û Erîqa yê rojavayê Siwêdayê topbaran kirin.
Li gorî şêniyan, çekdaran ji nuqteyên xwe yên li gundên Mezrayê her du gundên navborî dan ber topan.
Der barê zerarên topbaranê de agahî bi dest neketin.
Duh jî çekdarên hikumeta veguhêz ku agirbest binpê kirin, gundên Semîd û Xersayê bi dijwarî topbaran kirin.
Êvara 17’ê Tebaxê jî çekdaran ji nuqteyên xwe yên gundê Dama yê bakurê rojavayê bajar, malên xelkên gundên Erîqa û Xersa yê rojavayê bajar topbaran kirin.



