Artêşa Îsraîlê li herêma Til Ehmer a rojava ya gundewarê parêzgeha Quneytîrayê pêş ve hat û li herêmê opersyon li dar xist.
Artêşa Îsraîlê li gundewarên parêzgeha Quneytîrayê di xaka Sûriyê de bi pêş ve hat.
Pêşvehatin ji eniya gundê Til El Ehmer a rojava ber bi gundên Kodaniye û Eyin Zîwan ve pêk hat.
Di dema pêşvahatinê leşkeran gule li motorsklêtekî barandin û di hejmarek malên sivîlan de lêgerîn pêk anîn.
Li gorî agahiyan, heta niha tu zirarên canî û binçavkirin çênebûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de ragihandin ku hêzên Îsraîlê beriya niha derbasî bargeha Qos El Nebe ya li rojavayê Quneytîrayê bûne û got:
Leşkerên Îsraîlê li vir opersyona paqijiyê ya saetekê dirêj kir, pêk anî.
Paşê ber bi avahiya parêzgeha Quneytîrayê ve kişiyan.
Li gorî SOHR’ê, hêzeke Îsraîlê ya ji çend alavên leşkerî û komeke leşker pêk dihat li gundê El Semdaniye ya rojhilat bendek kontrolê çêkirin.



