Şêniyên taxên Ezîziyê û Salihiyê ya bajarê Hesekê ji ber kêmbûna xizmetên bingehîn bi gazinc in.
Şaredariya Gel jî soza çareseriyê da.
Di destpêkê de şêniyê bi navê Xalid Qureyîş xwest ku xizmetên li taxa wan baş bibe û got:
“Ev çend sal e li taxên me xizmet kêm in.
Bi taybetî piştî ku xetên kanalîzasyonê hatin sererastkirin, rê nehatin qîrkirin.
Dîsa jî rêyên sereke û yên şaxê, naverê û çerxerê nehatin veherandin.”
Xalid Qureyîş anî ziman ku şêniyên taxê amade ne ku bi şaredariyê re tevkariyê bikin û milkên giştî ji hewldanên texrîbkirinê biparêzin.
Her wiha Şêniyê bi navê Mehmûd Îsa jî diyar kir ku di aliyê pêşkêşkirina xizmetan de ji aliyê şaredariyê ve kêmanî û pirsgirêk hene û got:
Şêniyên taxê ji ber kêmbûna qîrkirina rêyan û pirsgirêkên kanalîzasyonê zehmetiyan dikişînin.
Li ser van jî Hevserokê Daîreya Kar û Barên Fenî Fadil Ehmed axivî.
Fadil Ehmed diyar kir ku rexneyên şêniyan di cih de ne û soza bicihanîna daxwazên wan da.
Ehmed der barê projeyên îsal ên şaredariyê de jî wiha anî ziman:
“Di plansaziya me ya îsal de projeyên me yên veberhênanê ji bo taxa Ezîziyê hebûn.
Em ê li gorî derfetên şaredariyê hewl bidin kolanan ji nû ve sererast bikin.”



