Ji 12’ê Tebaxê ve Şewata li daristanên Laziqiyê û Hemayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Li gorî çavkaniyan, di xebatên vemirandinê de ne zelalî heye.
Li gorî agahiyên ji herêmê, agir bajarok û gundên Eyn El Kerim, Eyin El Tîne û Dêr Mama yên rojavayê Hemayê dane ber xwe.
Li gundên El Şecera, Terîq El Nebên, El Bedrûsiye, Çerxeriya Tişalma ya gundê El Semra yên herêma Keseb jî agir pêket.
Di demekê de agir fireh dibe û herêmên mezin dide ber xwe, ragihandina hikûmeta veguhêz behsa vemirandina agir li daristanên Laziqiyê dike, lê behsa agirê li gundewarê Hemayê nake.
Li Tertûsê jî agir pêket, di encama de zirarên mezin da daristanên zevî û milkên şêniyan.
Di meha Tîrmehê jî agireke mezin li çiyayê Laziqiyê pêket, 12 rojan dewam kir.
Zêdeyî 16 hezar hiktar ji daristanan û zeviyên çandiniyê şewitîn û zêdeyî 45 gundan zirar dîtin.
Tevî dijwariya agir û firehbûna wê, hikûmeta veguhêz a Sûriyê rê ne da tîmên agirkujiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bighêjin cihê agir.



