Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Siriyê der barê destûra nû ya Sûriyeyê civînek lidarxist, piştirê nerînên xwe ji bo derstûra Sûriyê nameyek ji NY’î re şand.
Civîn li parka Xwendinê ya Qamişloyê hate lidarxistin.
Endamê û nûnerên meclisa olî, partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan beşdrî civînê bûn.
Di civînê de sepandina rêgeza bêalîtiya dewletê ji olan, dabînkirina mafên tevahî pêkhateyan hate nîqaşkirin.
Piştirê daxuyaniyek ji aliyê Meclisa Ol û Baweriyan hate dayîn.
Meclisê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku pêwist e destûra nû mafê hemû beşên civakê biparêze.
Her wekî piştrast kir ku edalet û wekhevî tenê rêya yekitî û pêşeroja demokratîk a Sûriyê ne.
Piştire meclisê daxuyaniya xwe ya bi zimanê erebî û ingilîzî radestî nûnerê Netewên Yekbûyî yê li bajarê Qamişlo kirin.
Nûnerê NY soz da ku daxuyaniyê bigihîne nûnerê taybet ê Sûriyê Geir Pedersen û aliyên peywendîdar di Meclisa Ewlehiyê de.



