SOHR’ê ragihand ku di 8 mehên dawîn de 56 kes di zindanên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatine kuştin.
SOHR`ê aşkera kir ku kesên hatine kuştin sivîlên ji mezhebên cuda ne, di nava wan de karmend, efserên berê, parêzer, wênekêş û hin ciwanên ku ji Ewropayê hatibûn serdana malbatên xwe, hene.
Li gorî raporê ev binpêkirin di 8 mehên dawîn ên vê salê de pêk hatine. Di meha Çileyê de 8, di Sibatê de 13, di Adarê de 4, di Nîsanê de 7, di Gulanê de 2, di Hezîranê de 3, di Tîrmehê de 9 û di nîvê yekem ê Tebaxê de 10 kes hatine kuştin.
SOHR`ê diyar kir ku ev sûc ji aliyê çend dezgehên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine kirin, di nava wan de Rêveberiya Operasyonên Leşkerî, Ewlekariya Giştî û şaxên polîs û ewlehiyê yên li Hums, Şam û Dêrazorê hene.
SOHR`ê aşkera kir ku di zindanên hikumeta veguhêz de îşkence wek amûreke kuştina sîstematîk hatiye bikaranîn.



