Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, civîna xwe ya 5. li dar xist.
Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê beşdarî civînê bûn.
Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş di civînê de qala şerê 40 salî kir û got, “Êşên me hevpar in.”
Di civîna îro ya Komîsyonê de li Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê hate guhdarkirin.
Beriya civînê Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş axivî û got,
“Êşên Tirkiye zêdetirî 40 sal in dikişîne, êşên hevpar ên me hemuyan e. Divê mirov van êşan nede ber hev û nekeve nava hewldana ku êşekî bixe pêşiya êşa din.”
Kûrtûlmûş anî ziman ku hinek derdorên hewl didin pêvajoyê jehrî bikin hene û diyar kir hin kes, mijarên ku di komîsyonê de qet nehatine axaftin û nehatine parvekirin weke ku di rûniştinên veşartî de hatibin axaftin nîşan didin û got,
“Ev yek provokatorî ye, divê her kes li hemberî van derdorên di nava provokasyonan de ne hişyar bin.”
“Komîsyon berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih tîne”
Kûrtûlmûş destnîşan kir ji bo gel êdî êşan nebîne û di nava aştî, aramî û pîvanên bilind ên demokrasiyê de bijî, komîsyon hemû berpirsyartiyên dikeve ser milê xwe bicih tîne.



