Dûran Kalkan derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û anî ziman ew cidî û stratejîk nêzikî pêvajoyê dibin lê tenê yek alî nabe û divê dewlet jî cidî nêzîk bibe.
Kalkan xebatên komîsyonê jî erênî nirxand û diyar kir divê Rêber Apo û şandeya pê re jî biçin meclisê û bi komîsyonê re hevdîtinan bikin.
Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî û pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand.
Dûran Kalkan destpêka axaftina xwe de diyar kir nêzî mehekê ye hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin û ew nizanin li Îmraliyê rewş çiye û wiha got,
“Li gorî pêvajoyê diviyabû hemû deriyên Îmraliyê êdî bi temamî bihatina vekirin û wê êdî sîstema Îmraliyê ji holê hatibûya rakirin.
Lê belê hin hevdîtin hatibin kirin jî ev rewş çênebû.
Yên ku dixwazin pêvajoyê di çarçoveya komîsyonê de binirxînin divê destpêkê bi vê rastiyê zanibin.
Heta ev rewş neyê dîtin û pozîsyona dîlgirtinê ya Rêber Apo neyê zanîn, wê her cûre nirxandin şaş be.”
Dûran Kalkan: Bendewariyên ji komîsyonê zêde ne divê berpirsyariya xwe bi cih bîne
Kalkan girîngiya avakirina Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî destnîşan kir û anî ziman divê ya jê tê hêvîkirin û berpirsyariya xwe bi cih bîne.
“Li gorî vî navê xwe tevbigere dikare encamên girîng biafirîne. Bendewariya ji komîsyonê gelekî zêde ye. Avabûna komîsyonekê bi vî rengî girîng e.
Komîsyon bi cidiyet avabûye û rewşa heyî bi cidiyeteke girîng dinirxîne.”
Dûran Kalkan: Rêber Apo divê bi xurtî tev li komîsyonê bibe û li meclisê biaxive
Kalkan diyar kir weke muzakerevanê sereke yê aliyê Kurd Rêber Apo divê beşdarî komîsyonê bibe û got,
“Gelekî girîng e ku li Rêber Apo bê guhdarîkirin. Ji xwe pêşniyar û daxwaza komîsyoneke bi vî rengî destpêkê ji Rêber Apo hat.
Rêber Apo dema ku daxwaza vê komîsyonê kir, anî ziman ku divê komîsyon li wî jî guhdarî bike.
Tevlîbûna Rêber Apo di asta diyarker û pêşeng de ya li vî karî, ne mijareke ku cihê nîqaşê be.
Her kes diçe Meclîsê, komîsyon li wan guhdar dike û hevdîtinan dike. Divê Rêber Apo û şandeya wî jî bibin meclîsê, bi qasî ku têrê dike divê lê guhdarî bikin.”
Dûran Kalkan: Em cidî û stratejîk nêzî pêvajoyê dibin divê dewlet jî cidî nêzîk bibe”
Dûran Kalkan anî ziman weke tevger ew cidî û stratejîk nêzî pêvajoyê dibin û diyar kir divê dewlet jî cidî nêzîk bibe û çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê binirxîne û dibêje,
“Li ser vê bingehê em ê berpirsyariyên xwe bê kêmasî bi cih bînin.
Rêber Apo ji xwe weke garantiya vê yekê ye. Biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê ev yek bi şênberî raxist pêş çavan.
Fesixkirina avaniya rêxistinî, bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ev rastî nîşan da.
Aliyê Kurd yekpare ye, bi cidî û stratejîk nêzî meseleyê dibe. . Lê belê ev kar bi yekalî nabe.”



