Artêşa Îsraîlê hin baregehên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran kirin û got, wê li dijî metirsiyên li ser xwe êrişan bidomîne.Artêşa Îsraîlê ragihand ku şevê din hêzên wan li başûrê Lubnanê êrişên hewayî li dijî baregehên Hizbullahê pêk anî.
Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de ev daxuyanî da:
“Balafirên şer binesaziya teroristan bombebaran kir.
Di bombebaranê de depo, alavên şer, baregeha avêtina fûzayan ên girêdayî Huzibullah ên li başûrê Lubanê hatin bombekirin.
Hebûna wan depo, binesazî û baregehên fûzayan binpêkirina lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubanê de ye.”
Artêşa Îsraîlê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê xebatên xwe ji bo rakirina gefên li ser dewleta Îsraîlê bidomîne.



