Hevdîtinek di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Dr. Murşid Xeznewî pêk hat.
Pêşî Xeznewî ji bo şehadeta Fermandar Nûredîn Sofî sersaxî ji Mezlûm Ebdî re xweset.
Her wekî Xeznewî piştgirî da QSD’ê û daxwaz kir ku bila yekrêzî çêbibe û zimanê aqil û berpirsiyartiyê li hemberî zehmetiyên heyî bi ser bikeve.
Di hevdîtina Xeznewî û Ebdî de, behsa rewşa siyasî ya Sûriyê û siberoja Şandeya Kurd a Hevbeş hat kirin.
Herdu aliyan bal birin ser girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî û Şêx Murşid Xeznewî spasiya xwe bo hewldanên Fermandariya QSD’ê derheqê pêwendiya bi Şamê re pêşkêş kir.
Her wekî piştrast kir ku diyalog rêya herî baş bo bidawîkirina nakokiyan pêkanîna aramiyê ye.



