Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bîryar da ku 150 hezar koçberên Êzidî yên li kampên başûrê Kurdistanê venegerin Şengalê.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bertekeke tund li dijî vê biryarê nîşan da û got: “Ev biryareke siyasî ye û temamkirina plana DAIŞ’ê ya valakirina Şengalê ye.
Di 11. salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de, hikumeta Iraqê biryareke nû ya sosret derbarê Civaka Êzidî ya Şengalê de girt..
Piştî destwerdana li ser kotaya Êzidiyan a ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê jî derbarê Êzidiyên koçber ên li kampên Başûrê Kurdistanê biryareke nû ragihand.
Wezaretê biryar da ku Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê wê li cihê ku lê ne bimînin û bi vî awayî dosya koçberên Êzidî jî heta dawiya sale bê girtin.
Bi vî awayî wê rê li ber vegera 150 hezar Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê were girtin.
MXDŞ: Ev biryareke siyasî ye û temamkirina plana DAIŞ’ê ye
Rêveberiya Xweser a Şengalê bertekeke tund li dijî vê biryarê nîşan da û got:
“Ev biryareke siyasî ye û temamkirina plana DAIŞ’ê ya valakirina Şengalê û guhertina demografiya herêmê ye.
Ev biryar plana parçekirina Şengalê ye. Planeke hikûmeta Iraqê ya ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser heye. Em vê yekê qebûl nakin.”



