Bi sedan şêniyên êla El Şiêtat şehîdên komkujiya 2014`an a ku DAIŞ`ê li dijî êlê kiriye, bi bîr anîn. Şêniyan soz da ku ew dev ji mîrasê şehîdan bernadin û dê têkoşînê bidomînin ta ku edaletê û istiqrarê li herêmê bi dest bixin.
Rûspiyê êla El Şiêtat Nasir El Taramî axivî û sersaxî da malbatên şehîdên komkujiyê. El Taramî, fedekariyên şehîdan ên li hember terorê û ji bo parastina axê û rûmetê dane, silav kirin.
Ji femandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Xebat El Şiêtat axivî û soz da ku dê rêya şehîdan bidomînin û got: “Em aştîxwaz in, em ne şerxwaz in. Lê heke pêwîst bike em ê bê terdûd ewlehiya Sûriyeyê ji terorê biparêzin.”
Endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê Newal El Suhêl axivî û got ew bi dayîkên şehîdan serbilind in. Newal diyar kir ku jin berxwedêr û fedakar e û ji bo têkbirina hewldanên şikandina vîna gelê Sûriyeyê, banga hevgirtinê kir.
Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Ebdurezaq El Rehîm wiha axivî: “Em her kesê koletî qebûl nekiriye û ji bo parastina rûmeta xwe canê xwe feda kir, bi bîr tînin.”
Di merasîmê de şervanên QSD`ê toreneke leşkerî li dar xist, dûre koma Beraêm El Firat (Gulpikên Firatê) berhemên xwe pêşandan.
Di dawiya merasîmê de, teqezî bi yekitiya tevahî pêkhate û saziyan, berdewamkirina rêya şehîdan heta bidestxistina ewlehiyê li Sûriyeyê li gorî destûreke demokratîk a ku wekheviyê û yekitiya gelan misoger dike, hate kirin.
Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku erdnîgariyeke berfireh a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir, li dijî êlên ereb gelek komkujî kir. Êla El Şiêtat a li Dêrazorê êla herî zêde zirar ji DAIŞ`ê dîtiye. Çeteyên DAIŞ`ê Tebaxa 2014`an zêdetirî hezar û 200 kes ji êlê kuştibû.



