Ciwanên Parêzgeha Helebçeyê ya herêma Başûrê Kurdistanê ji ber bêkariyê ji bajarek derbasî bajarekî din dibin.
Jinên ciwan ên Helebçeyê nerazîbpna xwe anîn ziman û rexne li hikûmetê kirin.
Jinan gotin hikûmet derfetên kar li bajarê Helebçeyê çênake û kartên taybet ên ku ciwan pê kar bikin, nîn in.
Ji ber vê yekê ciwan ji bajarekî derbasî bajarekî din dibin da ku ji xwe re karekî peyda bikin û wiha dewam kirin:
“Bêpilaniya hikûmetê ya li bajaran, kiriye ku ciwan bê kar bimînin.
Li gorî bajarên din li Helebce kertên taybet yên kar kêmin.
Hikûmet li hemberî ciwanan xemsare.
Divê pilan û projeyên nû ji bo ciwanan bên avakirin.”



