Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê şewatên li Kurdistanê û cîhanê şermezar kirin.
Komîteyê ekolojîst Arîn Muxtar û Mûhammed Şêx Haydar ên ku dema hewl didan şewata li bejahiya Helebceyê vemirînin jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.
Her wiha wan kesên ku canê xwe ji bo xwezayê feda kirin bi mînakên herî mezin ên welatparêzî û têkoşîna ekolojîk pênase kir.
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê derbarê şewatên ku li Helebçeyê rûdan, daxuyaniyek da.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de Ekolojîst Arîn Muxtar û Mûhammed Şêx Haydar ku di 17’ê Tebaxê li bejahiya Helebçeyê di dema hewldana vemirandina şewata derketî de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî û got:
“Ekolojîst Arîn û Şêx Heyder mînaka herî mezin a welatparêziyê ne”
“Ekolojîst Arîn Muxtar û Mûhammed Şêx Haydar mînakên herî mezin ên welatparêzî û têkoşîna ekolojîk in.
Em her roj li Kurdistanê dibin şahidê bûyerên şewatê û talana xwazayê.
Ji ber wê jî em berdêlên ku nayên telafîkirin didin.
Beriya niha jî 4 aktîvîstên hawirdorparêz li Rojhilatê Kurdistanê di xebatên vemirabdinê de , jiyana xwe ji dest dabûn.
Em wan kesan bi hurmetî bi bibîr tînin û sersaxî didin malbata wan û ji birîndaran jî şîfaya lezgîn dixwazin.”
KCK: Sedema van şewatan pergala kapîtalîst û cureyên ne
Komîteyê destnîşan kir ku di havîna îsal de li gelek deveran şewata daristanan rû da û wiha dewam kir:
“Di havîna 2025’an gelek dever li Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê şewitîn.
Berpirsiyarên van şewatan jî pergala kapîtalîst û cureyên wê ne.
Ji ber ku xwezayê weke objeyeyekê, amûreke rant û îstîsmarê dibînin.
Di encama qezenckirina zêdetir, sermaya zêdetir û mezaxtina zêdetir germbûna gerdûnî û guherîna avûhewayê pêk hatiye.
Di encama wan de jî çolbûyîn û ziwabûn zêde bûne û rê li ber şewatan vekirine.”
KCK’ê da zanîn ku hinek Îdîa jî hene dibêjin ku şewat ji ber lêgerîna madeyên di teknolojiyên nû de tên bikaranîn, rû didin û got:
Li pişt van şewatan xwedan sermayeyên çavbirçî û dinyanedîtî hene.
Divê têkoşîn ne li hemberî şewatan be.
KCK’ê bang li tevgerên ekolojîk kir ku xwezayê ji şewatab biparêzin
Divê têkoşîna li hemberî sedemên derketina şewatan, zîhniyet û pergala ku wan derdixîne û venamirîne were esas girtin.”
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê di dawiyê de bang li hemû tevgerên ekolojîk kirin ku li hemberî pergala bêexlaq û bêwijdan li hemû qadên jiyanê komunên ekolojîk ava bikin û têkoşîna civaka demokratîk mezin bikin.



