Li eyaleta Qinghai ya li bakur-rojavayê Çînê, werîsê pireke ku dihat çêkirin qetiya û di encamê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 karker jî birîndar bûn.
Li gorî Rojnameya Gel a Çînê bûyer roja Înê berbangê sibehê di saet 03.00’an de qewimiye.
Li cihê bûyerê 15 karker û şefekî înşaetê hebûn û hîna aqûbeta wan ne diyar e.
Li gorî hatiye destnîşankirin ku pir ji bo rêyê trênê dihat çêkirin û werîsên wê ji pola bûne.
Hate ragihandin ku li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye, di Kanûna 2024’an de jî li bajarê Şenzen ê li başûrê welêt înşaeta rêya trênê hilweşiyabû û di encamê de 13 kes winda bûbûn û nehatibûn dîtin.



