Li herêma Keraçî ya Pakîstanê di depoyek fîşekên hewayî de teqînek mezin ruda û di encamê de gelek kesan jiyan xwe ji dest dan.
Polîsên Pakistanê ragihandin ku di depoyeke fîşekên hewayî ya herêma Keraçî de teqîn ruda, di encamê de çar kes hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn.
Teqînê bandor li dikanên derdor kir, polîsan niştecihên li wê herêmê dûr xistin da ku ji xeteriyê werin parastin.
Keraçî paytexta darayî ya Pakistanê ye û nifûsa wê ji 20 milyonî zêdetir e.
Sedema teqîna destpêkê hîn nayê zanîn.



