Artêşa Nîjeriya ragihand ku wan di 15’ê Tebaxê de bi operasyonekê yek ji fermandarê navdar ê Boko Haram ê bi navê Bakura kuşt.
ji kerema xwe re suret bikar bîne
Operasyon li girava Şilawa ya li başûr-rojhilatê Nîjeriya hate lidarxistin.
Artêşê ragihand ku balafira şer a hêzên hewayî bê navber êrîş bir ser nuqteyên ku Bakura lê ye.
Hat diyarkirin ku Bakura nêzî 40 salî ye û eslê xwe ji Nîjeryayê ye, zêdeyî 13 sal in di nava refên Boko Haram de ye.
Sala 2021’an piştî mirina lîderê rêxistinê Ebubakar Şeko, bûbû yek ji kesên navdar ê komê.
Boko Haram sala 2009’an bi serhildana ku li Nîjeryayê dayî destpêkirin, bûbû sedem ku zêdeyî 40 hezar kes bimirin û bi milyonan kes ji cihên xwe bibin, ji sala 2015’an ve li Nîjer êrîşan pêk tîne.



