Profesorê dîrokê yê sosyalîst Antonis Liakos bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo.
Laikos got, ew bi wan kesan re ye ku pîvanên jiyana bi hev re, lihevkirin û hurmeta li hev diparêzin.
Liakos bal kişand ser şerê giran ên ku du sed salên dawî ye li Balkanan, Anatolya û Rojhilata Navîn diqewime û got,
“Dergûşên qedîm ên şaristaniyê îro şibiyane warê hovîtiyê. Gelên bi sedan sal in li heman bajaran, heman gundan dimînin; ji heman çeman avê vedixwin, mêtingeriya ku bi avakirina netewe-dewletê re bû ye, ev civak ji cih û warê wan kir; paqijiya etnîkî û qirkirin bi xwe re anî.
Mirov dikare bi “rêzgirtina li hev’, ‘lihevkirin’ û ‘jiyana bi hev re’ bi naskirina maf û rûmeta hev di nava aştiyê de bijîn.
Ev nirx û pîvan hem ji bo Tirk û Yewnanan, hem jî ji bo Tirk û Kurdan derbas dibe.
Ji ber vê yekê ez bi wan hêzan re me ku van her sê pîvanan bi Tirkî, Kurdî û Yewnanî diparêzin.”


