Serokê YNK’ê Bafil Talebanî biryar da ku hemû mal û cihên ku ziyan dîtine dê bên qerebûkirin.
Buroya Darayî û Rêveberiya Giştî bi biryara Bafil Celal Talebanî hemû mal û cihên ku şeva borî li Taxa Serçinar ziyan dîtine dê bên qerebûkirin.
Her wekî ji bo cîbicîkirina biryara Bafil yekser komîteyek ava kir û vêga dest bi karê xwe kir.
Li tenişta vê yekê, Bafil Talebanî çû şîna kesên jiyana xwe ji dest dayî û sersaxî ji wan re xwest.



