Bi dirûşma “Tenduristî bingeha pêşketin û rizgariyê ye” Konferansa Yekitiyên Bijîşkî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Qamişlo hat lidarxistin.
Yekitiyê destnîşan kirin ku divê şandeyek navneteweyî ya bijîşkan biçe Îmraliyê, li rewşa fîzîkî ya Rêber Apo binêre.
Konferans, li Zagîngeha Rojava bi tevlêbûna nûnerên Yekitiyên Bijîşkî, bijîşk, xebatkarên tenduristiyê, nûnerên saziyên tenduristiyê û nûnerên (TEV-DEM) pêk hat.
Di encamnameya konferansê de hat gotin ku divê mafên bingehîn ên Rêber Apo bi taybetî lênerîna bijîşkî werin mîsogerkirin û wekî beşek ji pêkanîna edaleta û rûmeta mirovahiyê bi fîzîkî were azadkirin.



