Siyasetmedarê Durzî Mahir Şerefedîn eşkere kir ku di peymana di navbera El-Şeri û Natenyahu de wê Siwêda Rêveberiyeke Xweser a giştî bi dest bixîne û dê korîdorek di navbera Siwêda û Durziyên Israîlê ve were vekirin.
Mahir Şerefedîn dibêje ku wê lihevkirina 25’ê îlonê siyasî be ûbi şertê ku dev ji daxwaza parçekirinê berde, dê Rêveberiyeke Xweser bide Siwêdayê.
Her wekî da zanîn ku dê Siwêda bêyî destwerdana Şamê, dezgeha xwe ya ewlekariyê ava bike.
Şerefedîn dibêje ku dê Siwêda derheqê vebirhênan, xizmetê, peymanên aborî bi komaniyên Amerîkî û Israîlî ve girê bide.
Li tenişta vê yekê, dê korîdoreke berdewam di navbera Durziyên Israîlê û yên li Siwêdayê de were vekirin.
Şerefedîn diyar dike ku El-Şeri xwestiye hêzên wî li hin gundên sînorî bi cih bibin, lê ev daxwaz hatiye redkirin.
Duh Rojnameya Independent ragihandibû ku dê 25 îlonê, peymaneke ewlekariyê di navbera Şam û Israîlê de, bi sposneriya Amerîkayê were îmzekirin.
Li gor rojnameyê, wê Ehmed El-Şeri berî peymanê, daxuyaniyekê li New Yorkê bide.
Lê belê, îro Hikûmeta Veguhêz ji Televezyona El-Erebî re got ku li ser tu peymanekê nehatiye lihevkirin û ev agahî red kirin.



