Li Tirkiyê pirsgirêkên li girtîgehan dewam dikin û Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê berdana gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane, asteng dike.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin.
Newroz Uysal da zanîn ku divê di gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bên avêtin de astengkirina berdana girtiyan jî hebe.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li meclîsê komîsyon hatiye damezrandin û ji aliyê din ve jî li kulîsên Enqereyê tekildarî sererastkirina qanûna înfazê ya nû nûçe têne çêkirin.
Her wiha Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê berdana gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane, asteng dike.
Girtiyên ku gelek ji wan zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ne, ji ber biryarên kêfî yên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê hîn jî di girtîgehê de ne.
Derbarê mijarê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî.
”Divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtn”
Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku li Tirkiyê ji sala 2021’an vir ve bi guhertina qanûn û rêziknameyan re azadiya girtiyên siyasî tê desteserkirin û got.
Cezayên girtiyan ji hêla Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve bi awayekî keyfî tê dirêjkirin.
Ev yek ji ber guhertina qanûn û rêziknameya sala 2021’an diqewime.
Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê wekî ku bi taybetî ji bo girtiyên siyasî hatine avakirin dixebitin.
Divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin
”359 girtiyên siyasî mexdûrên vê pêkanînê ne”
Newroz Uysal destnîşan kir ku li gorî rapora dawî ya ku di 29’ê Hezîranê de ji hêla OHD û TUHAY-DER’ê ve hate weşandin, cezayên 359 girtiyên siyasî hatine dirêjkirin û wiha domand:
Ev dirêjkirin jî li girtîgehên Jinan a Sincan, Tîpa T a Aksaray, Erzincan, Bakirkoy û Bolûyê, hema hema belavî hemû girtîgehan bûye.
Berdana 34 girtiyên li Bolûyê hatine rawestandin.
Ev yek nêzîkatiya polîtîkayên dewletê ya li hemberî Kurdan nîşan dide.
”Em daxwaza bi tevahî rakirina lijneyên îdarî û çavdêriyê dikin”
Newroz diyar kir ku ji bo betalkirina van biryarên kêfî pêşniyarname pêşkêşî meclîsê kirine û dibêje:
Îtîrazên li Dadgeriya Înfazê û Dadgehên Cezayên Giran ne rêyeke rast a darazê ye û bêbandor in.
Ji ber vê yekê me daxwaza rakirin van lijneyan kir.
”Divê komîsyon vê jî bigire dest”
Newroz Uysal da zanîn ku divê pirsgirêkên li girtîgehan wekî parçeyek ji pirsgirêka Kurd bên dîtin û wiha bi lêv kir:
Divê komîsyon di gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ên avêtin de astengkirina berdana girtiyan jî hebe.
Komîsyona li meclîsê didome ji bo pêşvebirina pêvajoyê efûya giştî yan guhertinên qanûnî nîqaş dike; lê divê ev nîqaş di çarçoveyek berfireh de bên kirin:
Divê ev pêkanînên bi taybetî li ser girtiyên ku 30 sal in girtî ne, wijdanê raya giştî birîndar dike û baweriya pêvajoyê ji holê radike, bi dawî bibin.



