Rewşenbîr, siyasetmedarên jin û çalalvanên civaka sivîl ên jin di panelekê de rola bingehîn a jinan di çareserkirina pirsgirêkên civakê mîna qetilkirina jinan, şîdeta li ser wê de nîqaş kirin û ji bo rê li ber van diyardeyan bê girtin, gelek pêşniyar hatin kirin.
Mala Jinan a Kantona Cizîrê bi koorîdneya Meclisa Edaleta Jinan û Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, li kafêya Nêrgiz a li Qamişloyê, panelek bi sernavê “Jin û parastina civakê” li dar xist.
Endamêm Mala Jinan ên bajarên kantonê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Meclisa Jinan a Edaleta Civakî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), mamosteyên Rêveberiya Xweser, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û endamên Akademiya Jinelojiyê tev li panelê bûn.
Endama rêveberiya Mala Jinan Behiya Murad bixêrhatina beşdaran kir, dûre ji bo birêvebirina panelê dîwanek ji endama Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya dadgeha Qamişloyê Niyaz Deqûrî û endama rêveberiya Rêxistina Sarayê Awaz Temo hate avakirin.
Di panelê de 3 mijarên sereke bi sernavên; Karê Mala Jinan û astengiyên tê re derbas dibe, diyardeya bikaranîna elîktronîk û sûcên qetilkirina jinan, rola dozgeriyê û dadgehan ji bo parastina mafên jinan, hatin nîqaşkirin.
Beşa yekemîn ku bi sernavê “Kar û xebatên Mala Jinan û astengiyên tê re derbas dbe” bû ji aliyê endama rêveber a Mala Jinan Behiya Murad ve hate birêvebirin.
Behiye, nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji Akademiya Jinelojiyê re şandiye xwend.
Behiye diyar kir ku Mala Jinan ji damezirandinê û vir ve, gelek zehmetî kişandiye lê bi demê re hêdî jin xebatên wê dipejrînin, li gorî Behiye ji dema damezirandinê ve, 53 hezar û 471 gilî hatiye kirin. Malê jê 40 hezar û 84 doz çareser kiriye ku piraniya wê girêdayî zewicandina zarokan û pirkirina jinan in.
Beşdaran ev mijar bi berfirehî nîqaş kir û gotin li hin taxên Qamişloyê şîdet belav e û ji bo bidawîkirina wê, pêşniyar kirin ku kampanya hişyarkirinê li wan herêmê dest pê bibin, qanûna malbatê di nava saziyên civakê de bê şîrovekirin û der barê dozên jinan de dewreyên perwerde zêde bên vekirin.
Jinan ji bo bidawîkirina diyardeya pirkirina jinan, gotin divê qanûnên fermi hebin ku vê diyardeyê qedexe dike, şantaja elîktronîk bi rêya tedbîrên qanûnî li dijî sûcdaran bi dawî bike, ji bo naskirina qanûnan civîn bi şêniyan re bê lidarxistin.
Dûre endama rêveberiya Rêxistina Sara Awaz Temo jî beşa duyemîn bi rêve bin ku behsa sûcên qetilkirina jinan, şantaja elîktronîk a li dijî jinan kir. Awaz diyar kir ku Rêxistina Sara, ji damezirandinê ve hewl dide ku mafên jinan bi rêya kampanya hişyarkirinê, biparêze.
Awaz destnîşan kir ku tevî van kampanyayan, lê şîdeta li ser jinan berdewam e û got ji bo bidawîkirina şîdetê, divê qanûn hebin. Her wiha encamên kampanya ku ji bo têkoşîna li dijî bikaranînê û şantaja elîktronîk ragihandiye parve kir û anî ziman ku dê heta 2 mehan bidome.
Di nîqaşan de jinan got wan li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelek destkeftî û mafên xwe bi dest xistine, bi rêya têkoşîna xwe, xwe û civakê parast. Di vê çarçoveyê de pêşniyar kir ku komînên jinan li ser asta taxan bê aktîfkirin, semîner û dewre ji jinan re bên lidarxistin ji bo ku jin xwe pêş bixin, bi ewlehiyê bihesin, meş û çalakiyên cuda li dar bixin ji bo ku balê bikişînin ser sûcên li dijî jinan û wê bikin dozên raya giştî.
Endama Meclisa Edaleta Civakî ya dadgeha Qamişloyê Niyaz Deqûrî jî mekanîzmeya kar û xebatên dozgeriyê û dadgehê ji bo şopandina dozên jinan û misogerkirina edaletê, şîrove kir.
Jinan bang kir ku rola Dîwanê Edaleta Civakî ji vê bêtir bê aktîfkirin bi taybet di dozên girêdayî sûcên li dijî jinan de.
Jinan li ser komeke pêşniyaran li hev kir jê: Divê efû der barê dozên girêdayî qetilkirina jinan û pirkirina jinan de tune be, der barê sûcên şantaja elektronîk di dibistan û civakê de kampanya destpê bikin, di nava navendan de, têkildarî qanûnên malbatê, ji jinan û mêran re dewreyên vekirî bê vekirin, divê qanûna li dijî pirkirina jinan bê aktîvkirin, divê Rêxistina Sara di lêpirsîna dozgeriyê de ya têkildarî sûcên qetilkirina jinan de hazir be, divê komînên jinan bi koordîneya Akademiya Jinelojiyê bên aktîvkirin, der barê dozên jinan de divê bernameyeke heftane li ser ragihandinê hebe.



