Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind a Sûriyê û derveyî welêt, hilbijartinên parlamentoyê yên Sûriyê bi temamî red kirin.
Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind a Sûriyê û derveyî welat daxuyaniyek weşand û diyar kir ku propaganda hêviyên gel temsîl nake û bi meclisa “El Şeri û HTŞ`ê wesifand”.
Meclisê destnîşan kir ku li gorî ragihandina destûrî ya redkirî,El Şeri dikare sêyeka endamên meclisê rasterast tayîn bike.
Meclisê di daxuyaniyê de wiha nivisî, piştrast dikin ku ev parlamento (meclisa gel) batil e û em wê bi temamî red dikin.
Desthilatiyeke demkî nikare nikare meclisekê bi navê ‘meclisa Gel’ tayîn bike û mafê gel binpêk bike.
Lewma em bang li gelê xwe dikin , tev li nebin.
Meclisê diyar kir ku tenê gelê azad rewabûnê dide desthilatê ne bi riya şanoyên sexte desthilata hikumetê li ser hesabê siberoja welêt bisepînin.



