Endamên Kongra Star ên bajarê Hesekê li ser girîngiya belavkirina nirxên aştî, hevborandin û dûrketina ji fikrên neyînî yên derbasî çanda herêmê hatine kirin, axivîn.
Endama Koordînasyona Kongra Star Xalide Botî got banga aştiyê ya Rêber Apo dê çareseriya pirsgirêkan be û wiha dewam kir:
“Bi saya Rêber Apo em dikarin nirxên aştiyê belav bikin.
Fitne û fikirên neyînî yên di nava civakê de, dê bi saya têkoşîna jinan pûç bibe.
Ev yek jî ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava ne. ”
“Jin dikarin di nava civakê de aştiyê pêk bînin”
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Leyla Hesen jî diyar kir ku Sûriye di rewşeke xerab re derbas dibe û got:
“Divê di vê rewşa giran de jin bi erka xwe rabin û civakê şiyar bike, ji fitne û fikarên neyîn, yên desthilatêê dûr bixin. ”
“Bi wekehvî û yekbûna pêkhateyan aştî misoger dibe”
Endama Kongra Star Beyan Xelîl jî da zanîn jinan roleke sereke di pêvajavoya aştiyê de hilgirtiye û naxwaze cudahî di navbera pêkhateyan de bên avakirin û wiha axivî:
“Divê li ser xaka me û di hundir herêmên me de her pêkhateyek dikar li ser çand û adeta xwe bijîn û bi yekbûna xwe hevdu temam dikin.”



