Îsal hişkesalî û kêmbarîna baranê bandaroke xirab li ser çêrîngehên li zozanên Balekayetî ya başûrê Kurdistanê kiriye.
Ev yek jî bûye sedema kêmbûna şîrê pez.
Salane bi sedan malbat ji bo çêrandina pez berê xwe didin zozanên Balekayetî.
Lê îsal ji ber hişkesalî û kêmbarîna baranê li gor salên din berhemê şîr gelek kêm bûye.
Xwediyên pez ên zozanên Balekayetî diyar kirin ku şîrê îsal ewqas kême ew nikarin bifiroşin, tenê têra xwarina wan dike.
Welatiyê bi navê Maerûf Celîl ku pez xwedî dike, got:
Îsal li gor salên din berhemê şîr gelek kêm bûye. Rewş wisan lêhatiye ku pezê nû zayî jî şîrê wan tenê têra karikên wan dike.
Salên borî me berhemek zêde yê penîr û şîr difirot.
Lê îsal me nekariye nîva berhemê salên din jî bifiroşîn.



