Xebatên hevbeş ên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê û Şaredariya Gel ên ji bo temamkirina projeya bajarê pîşesaziyê yê Kobanê berdewam dikin.
Proje li başûrê Kobanê ye, bi qasî 3 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e.
Armanc avakirina projeyê ew e ku ji bo karên pîşeyî yên mîna sererastkirina otomobîlan cihekî li deveyî bajêr were veqetandin.
Di encamê de dê qelebalixa bajêr kêm bibe û avahîsazî bi rêkûpêk bibe.
Cîgirê hevserokên Şaredariya Gel a Kobanê Hecî Ehmed diyar kir ku proje dê sala bê temam bibe û bikeve xizmeta pîşesazan.



