MSDˊê ragihand ku komxebata şêwirê ya rêgezên destûrê ku diviyabû sibe (25ˊê Tebaxê) bihata lidarxistin, hat paşxistin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) duh agahiyên der barê paşxistina lidarxistina komxebata şêwirê ya ku diviyabû 25ˊê Tebaxê bihata lidarxistin de, parve kirin.
Di civîna Desteya Serokatiyê ya MSDˊê ya li bajarê Reqayê de, bi beşdariya hevserokan Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit, agahiya paşxistina komxebatê hat dayîn.
MSDˊê diyar kir ku ew girîngiyê didin wê komxebatê ku bi ser bikeve, ji ber ku werçerxeke neteweyî ya girîng e.
MSDˊê destnîşan kir ku li ser bingeha berpirsiyartiya neteweyî, digel pêşdeçûnên siyasî li ser astên xwecihî û herêmî û hevsengiyên navneteweyî yên bandorê li rewşa Sûriyeyê dikin, biryar hat dayîn ku organîzekirina komxebatê were bipaşxistin.
MSDˊê got ev biryar pabendbûna MSDˊê ya têkildarî amadekirina şert û mercên baştir ên serketina komxebatê û pêkanîna rêgezên destûrê yên giştî nîşan dide. Da ku ev encamên komxebatê bikevin xizmetî çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî.
MSDˊê amadekariya lidarxistina komxebata şêwirê li Reqayê di 25ˊê Tebaxê de dikir û ji bo komxebatê siyasetmedar, çalakvan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Sûriyeyê vexwendibûn, lê heta demeke nediyar hate paşxistin.



