Li bajarê Zurich ê Swîsreyê di Festîvala Çanda Kurd a 1’emîn de bi hezaran kes li hev kom bûn.
Her wiha daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe li festîvalê xist.
Festîvala ku yekemcar li Swîsreyê hate lidarxistin, danê nîvro destpê kir û heta şevê dewam kir.
Festîval bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi dirûşma ‘Bi ruhê 15’ê Tebaxê em civaka demokratîk ava dikin’ hate lidarxistin.
Peyamên li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe li festîvalê xist.
Kesên di festîvalê de axivîn diyar kirin ku heta rêber Apo azad nebe pêvajo bi pêş ve naçe.
Festîval heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.



