Di Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û 38 jî birîndar bûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR ragihand ku di vê Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer, 11 jê zarok û 3 jin nêzî 19 kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorê jîderê, li rex vê danê derdora 38 kesan jî birîndar bûne.
SOHR’ê diyar kir ku bûyerên teqînên bermahiyên şer li çêrgehan, zeviyên çandiniyê, li ser rêyan û di hundirê malan de rû dane û ev agahî dan:
Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku Li herêmên hikumeta veguhêz, 7 zarok û 2 jin di nav de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û û 37 kes jî birîndar bûn,
li herêmên Rêveberiya Xweser jî jinek û 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû,
her wiha li herêmên di bin dagairkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de jî 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.



