Rayadarên Cezaîrê dê der barê derxitina belgeyên sexte bo Sûriyeyiyên li wî welatî de, dest bi lêpirsînê bike.
Meclisa Dadê ya Cezaîrê ragihand ku dê der barê derxistina paseport û nasnmeyên sextet bo Sûriyeyiyên li wî welatî, roja sêşema bê, dest bi lêpirsînê bike.
Li gorî agahiyan 20 kes heta niha hatine tewanbarkirin, di nav wan de 12 kes girtî ne, dê li dadgehê bêne darizandin.
Di encama lêpirsînên destpêkê de, heta niha ji bo 13 welatiyên Sûriyeyê yên li Cezaîrê belgeyên sexte hatine derxistin, ji wan 12 zarok in.
Di Sibata 2024`an de rayedarekî şaredariya El Celfe gilînameyek da aliyên têkildar, tê de gilî kiribû ku ji bo hin welatiyên Sûriyeyê belgeyên sexte hatine dayîn.



