TJA diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê hemû jinên ji aştiyê bawer û ji bo civakîkirina wê têdikoşin û got:
”Em ê heta dawiyê ji bo avakirina vê bingeha siyasî û yasayî hem ji bo xurtkirina demokratîkbûn û avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina peymaneke civakî ya nû têbikoşin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza ku di pêvajoya amadekirina destûra bingehîn a nû de di komîsyonê de cih bigirin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 40 salên dawî yên dewleta Tirk bi pevçûnên li derdora meseleya Kurdan derbas bûne û wiha hate gotin:
”Tevahiya tevna siyasî, civakî û çandî ya Tirkiyê li gorî van pevçûnan ve teşe hatin girtin.
Serhildana dawî ya gelê Kurd bandoreke kûr li ser hemû têkoşînên siyasî, tevgerên civakî û tifaqên li Tirkiyê kir.
TJA: Pêwîstî bi têkoşîneke domdar heye
TJA da zanîn ku Îro têkoşîna civakîkirina aştiyê û avakirina wê ya ji jêr ve, ji bo me jinan weke meseleyeke ji her demê bêhtir girîng, bihêztir û lezgîn e û wiha domand;
Tevgera jinên Azad Jî di pêvajoya aştiyê de aktoreke sereke ye.
Di vê çarçoveyê de, ew girîngiya giran a banga aştî û civakeke demokratîk a ku ji hêla sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatî destnîşan kirin, nas dike û hewldana civakîkirina aştiyê wekî erkê xwe yê siyasî yê sereke dibîne.
‘Jinên li ser vê erdnîgariyê ku ji ber hevgirtina zîhniyeta serdest a mêr, kapîtalîzm, milîtarîzm, şovenîzm û feraseta olî rastî tundiyeke mezin hatine, li dijî vê li ber xwe dane.
Li ser vê bingehê, hin daxwazên me yên li hemberî polîtîkayên şer ku em aştiyeke mayînde ava bikin, hene.
Ji vekişîna hemû qeyûman heta bidawîkirina pratîka qeyûman, ji betalkirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê heta azadiya hemû girtiyên siyasî û nexweş.
Ev daxwaz, daxwazên me yên ku ji hêla têkoşîna me ya hevpar ve hatine destnîşankirin.”
TJA: Werin em gotina xwe bikin yek
TJA yê destnîşan kir ku nîqaşa destûra bingehîn a nû ji du aliyan ve xwedî girîngiyeke bingehîn e û pêvajoyên avakirina civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde tenê bi bingeheke bi hêz a hiqûqî pêkan e û wiha bi dawî kir:
”Em ê heta dawiyê ji bo avakirina vê bingeha siyasî û yasayî hem ji bo xurtkirina demokratîkbûn û avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina peymaneke civakî ya nû têbikoşin.
Banga me ji bo hemû jinên ku baweriya xwe bi aştiyê anîne ev e; bi baweriya xwe, fikarên xwe, hêvî û rexneyên xwe yên ji bo aştiyê, werin bi nîqaşan em xwe xurt bikin û gotina xwe bikin yek.”



