Navenda Ragihandinê ya QSDˊê nasnameyên du şervanên xwe ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanê QSD`ê Mihemed (Mihemed Mutaa Xalid El Hisanî) di bersivdana dijî êirşkeke çeteyên DAIŞ`ê de û şervanê QSD`ê Yehya El Tehiş (Yehya Mihemed El Tehiş) dema li ser erkê xwe bû di qezayekê de, şehîd bûne.
QSDˊê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ruxmî ku ev nû tev li hêzan bûne, lê her du hevrê coş û wêrekiya xwe ya mezin di performansa erkên xwe de diyar kirin, mînakên dîsplîn û pabendbûna perspektîfên û qanûnên di nava hêzan de bûn. Li hember xeteriyên dijî herêmê bi wêrekî û lehengî erkên xwe pêk dianîn.
QSD`ê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza berdewamkirina doza wan da.
Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Mihemed
Nav û paşnav: Mihemed Mutaa Xalid El Hisanî
Navê dayikê: Kefa Heyanî
Navê bav: Xalid
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cihê û dîroka şehadetê: Tebqa – di dema şerê li dijî DAIŞˊê de – 19`ê Tebaxa 2025`an.

Nasnav: Yehya El Tehiş
Navê û paşnav: Yehya Mihemed El Tehiş
Navê dayikê: Nahîde
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Idlib – El Ramî
Cihê û dîroka şehadetê: Reqa – El-Rusafa – 21`ê Tebaxa 2025an .



