Desteya Hundirîn a kantona Reqayê ji bo ku rê li ber tevgerên biguman bigire û şêniyan biparêze, qedexeya beşî li kantonê ragihand ku îro piştî nîvê şevê destpê dike.
Desteya Hundirîn a kantona Reqayê di çarçoveya plana xwe ya ji bo xurtkirina ewlehiyê li herêmê de, qedexeya beşî ragihand ku ji saet 12:00`an vê şevê heta saet 5:00`an sibehê ye.
Desteyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku biryar di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de hatiye gitin, serê pêşîn ji bo rê li ber tevgerên bi guman bigire û şêniyan biparêze. Her wiha piştrast kir ku dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê li ser pêkanîna biryarê bisekine.



