Meclisa Leşkerî ya Til Temir civîneke berfireh li gel pêkhateyên bajar lli darxist, di civînê de peyama hevgirtina civakî û xurtkirina hevbeşiyê di navbera hêzên leşkerî û êlan de hate dayîn.
Şêx û rûspiyên eşîrên kurd, ereb, asûr, suryan û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.
Di civînê de, rewşa siyasî ya dawî li Sûriyê, têkoşîna li dijî xîtabên nefretê û şerê taybet hat nîqaşkirin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Amed Til Temir têkoşîn û berxwedan pêkhateyên bajêr bibîrxist û got:
“QSD’ê, tevî hemû gef û şerê taybet yê li ser herêmê tê meşandin erka xwe ya parastin pêk tîne.
Em weke meclisên leşkerî soz didin gelê xwe, wê her tim QSD’ê wefedarê şehîdan û berxwedana wan be.”
Beşdaran jî bal kişand ser girîngiya parastina cihêrengiya civakî ya li Sûriyê û diyar kirin ku Til Temir nimuneya biçûk a Sûriya pirreng e.
Beşdaran teqezkirin ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser modela herî guncaw e ji bo siberoja ewle li Sûriya nenavendiyê.



