Artêşa Îsraîlê li dijî Sana ya paytexta Yemenê êrişên ezmanî pêk anîn.
Di êrişan de 4 kes mirin, 67 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê derbarê êrişan de daxuyanî da û ragihand baregeha leşkerî ya li nêzî qesra serokatiyê ya li Sana’yê, du santralên ceyranê û depoyeke sotemeniyê hatine bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin santrala ceyranê ya ku hatiye hedef girtin, ji bo xebatên leşkerî yên Husiyan xwedî girîngiyeke mezin bû.
Wezareta Parastinê ya Yemenê ya girêdayî Hûsiyan têkildarî êrişê daxuyanî da.
Wezaretê eşkere kir di encama êrişên balafirên Îsraîlê ên li dijî Santrala ceyranê ya Hazîzê û stasyona petrolê de 4 kes mirine û 67 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê diyar kir tîmên rizgarkirinê xebatên lêgerîna li kesên windayî û tespîtkirina nasnameyan didomînin.
Li aliyê din Ajansa Nûçeyan ya SABA û Televizyona El Mesîra ya girêdayî Husiyan jî êrişên ezmanî yên Îsraîlê ên li dijî paytext Sana’yê piştrast kirin.



