Çîn ji bo salvegera serketina li dijî Japonyayê û bi dawîbûna şerê cîhanê yê 2. amadekariya merasima leşkerî dike.
Çîn 3’ê Îlonê bi boneya pîrozkirina salvegera serketina li dijî Japonyayê û salvera 80. ya bi dawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn wê merasimeke leşkerî ya mezin li dar bixe.
Ji bo merasimê amadekarî û prova tên kirin.
Di merasimê de wê çekên nû yên xwecihî jî bên danasîn.
Serok Dewletê Çînê Xi Jinping li meydana Tiananmen ya paytext Pekînê beşdarî merasima pîrozbahiyê bibe.
Tê diyarkirin wê Serok Dewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û serokên din yên cîhanê jî beşdarî merasimê bibin.
Şerê cîhanê yê duyemîn roja 2″ê Îlona 1945’an bi teslîmbûna Japonyayê bi awayekî fermî bi dawî bû.
Di vî şerî de Çîn li aliyê Dewletên Hevalbend bû, û li cem Îngilistan, Yekîtiya Sovyetan û Amerîkayê li dijî Japonyayê şer kir.



