Şerê li Xezayê di dijwarî didome. Hate ragihandin di nava 24 saetên dawiyê de 20 kesên din jiyana xwe ji dest dan ûji ber birçîbûnê jî 11 kesên din mirin.
Encama şerê li Xezayê ku dikeve sala xwe ya duyemîn, her diçe giran dibe.
Di nava 24 saetên dawî de jî Îsraîlê li dijî gelek deverên Xezayê bombebaranên giran pêk anîn.
Li Xezayê 3 jê rojnamevan 20 kesên din jiyana xwe ji dest dan
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê di êrişa Îsraîlê ya li dijî herêma El Kerame de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Hat diyarkirin di êrişa ezmanî ya li dijî herêma Xan Yunus de jî kesek mir û 7 kes birîndar bûn, li Deyr el Belah jî 3 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Xan Yûnis a Şerîda Xezayê, Nexweşxaneya Nasir jî bûye hedefa êrişan.
Her wiha hate diyarkirin artêşa Îsraîlê li dijî herêmên Zerka, Cibaliye û Zeytûn yên Xezayê jî gelek êrişên ezmanî pêk anîne.
Çapemeniya Filistînê eşkere kir di encama êrişên îro yên li dijî Xezayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 rojnamevan bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di nava 24 saetên dawiyê de ji ber birçîbûnê 11 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Rayedaran eşkerekirin ji ber birçîbûnê heta niha 117 jê zarok 300 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Neteweyên Yekbuyî bertek nîşanî êrişa li dijî nexweşxaneya li Xezayê da
Raportorê taybet yê Neteweyên Yekbuyî yê Filistînê Francesca Albanese nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî Nexweşxaneya Nasir da.
Albanese diyar kir tîmên rizgarkirinê yên ku li ser erka xwe bûn, di êrişê de jiyana xwe ji dest dane û got,
“Li Xezayê buyerên bi vî rengî timî diqewimin. Gelek caran bêyî ku bên belgekirin pêk tên. Ez bang li dewletan dikim ku ji bo rawestandina komkujiyan bikevin nava tevgerê.”
Her wiha Albanese banga şikandina dorpêça li ser Xezayê û pêkanîna amborgaya çekan ya li ser Îsraîlê kir.



